HEWLÊR, 9/3 2010 — Li gor encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ko ji serkaniyên PDK, YNK û Goranê hatine wergirtin Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi 33 kursiyan dibe yekem hêza bê rikeber di nêv partiyên siyasî yên Kurdistanê de. »Bixwîne
SILÊMANÎ, 7/3 2010 — Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî îro li Silêmaniyê dengê xwe da û got ji bo serokkomariya Iraqê sewrokê Kuridstanê Mesûd Barzanî li pişt wî y eû got Goran jî dê tenê sê kursiyan bistîne. »Bixwîne
HEWLÊR, 6/3 2010 — Îro rojeke pîroz e di xebata gelê me de. Roja serhildana mezin ya bihara sala 1991-ê ye. Ew serhildan di dîroka xebata gelê me de werçerxanek bû. Ew serhildan ji bo wê hemî zilm û zordariya li gelê Kurdistanê kirî bersivek bû, bersiva enfalan bû, bersiva kîmyabaran û wêrankirina bi hezaran gundan bû. »Bixwîne
DIYARBEKIR, 4/3 2010 — Serokê berê yê DTP-ya girtî Ahmet Turk û serokê belediyeya Diyarbekirê Osman Baydemir bi minasebeta tiyatroyeka Haldun Durmenî ji TRT-Şeşê re axivîn û bi vî awayî wan blokaja li hemberî TRT-Şeşê çirand. »Bixwîne
GUNDIKÊ MELÎ, 3/3 2010 — Carek ji caran rehmet li dê û babê guhdaran hebû tunebû ti kes ji Xwedê mezintir nebû. Demekê li derekê Keçelokek hebû, gelekê feqîr bû. Her roj bi şewka xwe masî digirtin û difirotin. Jiyana wî bi salan welê bi feqîriyê dom kir. Carekê dîsa çûbû masîgirtinê. »Bixwîne
MOSKOVA, 3/3 2010 — Li Enstîtuya Rojhilatzanîyê ya Akademiya Rûsyayê nexşeya Kurdistanê ji dîwarê beşa kurdolojîyê hat rakirin. Ew nexşe di sala 2000-ê da li Swedê hatiye weşandin (Apec Förlag) û ji serokê hingê yê beşa kurdolojiyê profesor Mîxaîl Lazarev re dîyarî hatibû dayîn. Ji hingê ve nexşeya Kurdistanê li dîwarê beşa kurdolojiyê daliqandi bû. »Bixwîne
STOCKHOLM, 2/3 2010 — Îsal bajarê Stenbolê wek “Paytexta çandî ya Ewropayê” (2010) hatiye hilbijartin. Lê belê ev kurdên ko hejmara wan îro digêhêje mîlyonan, ev nêzîkî sedsal e ji çanda xwe bêpar mane û gelek îronîk e ko ev zordestî her wisa jî îro di navenda “Paytexta çandî yê Ewropayê” de tê meşandin û heta roja îro jî dawî lê nehatiye. »Bixwîne
STENBOL, 1/3 2010 — Hunermanda bi nav û deng ya kurd Tara Caf ko bi amûra xwe “çengê” rih dide ola Zerdeşt û mirov dixe nav zimanê pirtûka pîroz Zend Avestayê, bi hewremanî newaya mîtolojiyê geş dike. Caf di heqê hunera xwe û xebatên xwe de ragehand ko pirsgirêk, êş û janên xwe bi dengê çengê bi civakê re parve dike û got: — Ez bi vê newayê hem rihê xwe mest dikim û hem jî rihê guhdarvanan mest dikim. »Bixwîne
WASHINGTON, 1/3 2010 — Serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Emerîkayê hebûna wê peywendiya taybet diselmîne ko di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Emerîkayê de heye û xurt jî bûye. »Bixwîne
ENQERE, 27/2 2010 — M. Îhsan Elçiyê brayê rêberê kurd Şerefedîn Elçî duhî li Enqereyê bi krîzeka dilî wefat kir. M. Îhsan Elçiyê 69-salî endamê meclisa partiya Kadepê bû û du zarokên wî hene. »Bixwîne